HRW: Tirkiye deriyên xwe li ber penaberan digire

Tirkiye bi derxistina penaberên Sûriyê yên bi awayekî fermî derbasî wî welatî dibin tohmetbar dike.

HRW: Tirkiye deriyên xwe li ber penaberan digire
HRW: Tirkiye deriyên xwe li ber penaberan digire

K24-Navenda Nûçeyan

Rêxistina Human Rights Watch a Mafê Mirovan (HRW) Tirkiye bi derxistina penaberên Sûriyê yên bi awayekî fermî derbasî wî welatî dibin tohmetbar dike.

Endamê Rêxistina Human Rights Watch a Mafê Mirovan (HRW) Gerry Simpson ragehand ku ev çend meh in Tirkiyê rê li ber welatiyên Sûriyê yên hewla derbasbûna  wî welatî bi awayekî fermî dikin digire.

Simpson da zanîn ku girtina sînorên Tirkiyê welatiyên Sûriyê çi jin, pîremêr û nexweşan neçar dike ku rêyên qaçax hilbijêrin û derbasî wî welatî bibin. Simpson got ku zanyarî ji 51 welatiyên Sûrî wek mînak yên ku zêrevanên sînor rê li ber wan digirin wergirtiye.

Destpêka kirîza Sûriyê sala 2011an sînorên Tirkiyê li ber penaberên Sûrîyê vekirîbûn û heta niha nêzîkî du milyon penaberên Sûriyê li Tirkiyê dimînin.