Kurdistan24
Nivîskar
Li Cizîrê rewş aloze
Li bajarê Cizîrê ser bi Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê fermandarekê polîsan û endamekê mite Tirkiyê ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatin kuştin.
K24-Cizîr
Li bajarê Cizîrê yê ser bi Şirnexê ve yê Bakurê Kurdistanê fermandarekê polîsan û endamekê mite Tirkiyê ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatin kuştin.
li devera Yafesa Cizîrê li Bakurê Kuridistanê Duh(24.11.2015) dema ku hêzên ewlehiya Tirkiyê dîwarekê çîmentûyê ava dikirin rastî guleyên PKKê hatin.
Di encama wê gulebaranê de efserekê polîan û endamekê din yê mîtê bi navê Sebrî Oxlak jî di hatin kuştin.
Bûyerên duh, rewşa Cizîrê aloz kirin, xelkê zarokên xwe ji bistanan bir bi male ve birin.
Li ser fermana walîyê Şirnexê demjêr 4 ê êvarê derketina derve hate qedexekirin û heta derengiya şevê jî dengê teqînan li Cizîrê berdewam bû, herwiha rewş li çend deverên din jî aloze.