Kurdistan24
Nivîskar
Obama bi şêwirmendên ewlekariyê re dicive
bi mebesta şopandina rewşa ewlekariya netweyî ya wî welatî
K24
Koşka Spî ragehan ku tê çaverê kirin ku Serokê Amerîkayê Barak Obama li gel şîermendên ewlekariya neteweyî yaw î welatî bicive.
Di daxuyaniyekê de Koşka Spî ya Amerîkayê duh(24.11.2015) ragehand ku bi mebesta şopandina rewşa ewlekariya netweyî ya wî welatî tê çaverêkirin Barak Obama îro roja Çarşemê li gel şêwermendên ewlekariya Netweyî ya wî bicive.
Tê zanîn ku di heyama du rojan ev duyemîn civîna Obama ye derbarê rewşa ewlekariyê tê encamdan piştî êrîşên DAIŞê li Parîsê.
Beriya niha jî, Kuşka Spî ragehand bû ku Obama ligel Civata Ewlekariya Neteweyî civiya ye û daxwaz ji şêwirmendên xwe kirîye ku li ser şerê li dijî DAIŞê berdewam bin.
Koşka Spî esker kir jî ku Serokê Amerîkayê Barak Obama hatiye agehdarkirin ku di dema niha de ti gefên diyarkirî li ser ewlehiya Amerîkayî ji aliyê grûpên tûndrew ve nînin.