nirxê bermîleke petrol ya xav a (Texas)ê gehişte 42 dolaran û tê çaverêkirin ku heta 45 dolaran bilind bibe.
Ketina firokeya Rûsî nirxê petrolê bilind dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bazarên cîhanê ketina firokeya Rûsî ji corê (SU – 24) ji aliyê Tirkiyê û alozbûna têkiliyan li Rojhelata Navîn, nirxê bermîleke petrol ya xav a (Texas)ê gehişte 42 dolaran û tê çaverêkirin ku heta 45 dolaran bilind bibe.
Hevdem ligel bilindbûna nirxa petrolê, pişkên kompanyayên Amerîkayê jî bi rêjeya ji sedî 20 bilind bûne ew jî ji derencama aloziya rewşa siyasî û ewlekariyê li Rojhelata Navîn e.
Duh , 24ê Mijdarê, firokeyeke leşkerî ya Tirkî firokeyeke din a Rûsî xist xwarê, berpirsên Enqerê dibêjin ku wê firokeyê sînorê wan derbas kiriye û Rûsya jî redkir.