Fransa daxwaz ji YE kir pêşwaziya penaberan rawestîne
û li çareseriyên nû bigere.
Fransa daxwaz ji YE kir pêşwaziya penaberan rawestîne
K24-Navenda Nûçeyan
Fransa daxwaz ji welatên Yekîtiya Ewropayê kir ku pêşwazaiya penaberan rawestîne û li çareseriyên nû bigere.
Di daxuyaniyekê de Serokê Hikûmeta Fransayê Manuel îro(25.11.2015) ragehand ku Ewropa nikare çavdêriyeke baş bo sînorên xwe bike, lewma pêwîste pêşwazaiya penaberan rawestîne.
Manuel diyar kir ku divê YE çavdêriya baş bo sînorên xwe yên derve bike, ji ber ku ew yeke bo paşeroja wê gelekî giring e.
Bi mebesta rêgirtin ji çûna penaberan bo Ewropayê.Duh(24.11.2015) Yekîtiya Ewropayê biryara projeyasayekî bo alîkariya Tirkiyê da