Evîn Şikakî
Reporter
Operasyonên hevpeymaniya Navdewletî li Hesekê berdewamin.
operasyonek li navçeya Irêş ku dikeve başurê bajarê Hesekê encamdan.
K24-Navenda Nûçeyan
Hevpeymaniya Navdewletî bi Serokatiya Amerîkayê opoerasyonek li dijî pêgehên DAIŞê li navçeya Irêş ku dikeve Başurê bajarê Hesekê pêk anîn û di encam de zilamek û kurê xwe şehîd bûn
Di daxuyaniyekê de Rawengeha Sûrî ya Mirovan îro(25.11.2015) ku Hevpeymaniya Niştîmanî bi Serokatiya Amerîkayê ya li dijî rêxistina DAIŞê operasyonek li navçeya Irêş ku dikeve başurê bajarê Hesekê encamdan.
Rewngehê da zanîn ku di encama wê operasyonê de zilamek û kurê xwe şehîd bûn.
Li navçeya Holê jî ya ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hatibû rizgarkirin, di encama teqîna bombeyekê zarokekî canê xwe ji dest da û 2 kesên din jî birîndarbûn.
Herwiha Rewangehê diyar kir ku, şer û pevçûn di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û çekdarên DAIŞê de berdewam in.