Merkel: Ketina firokeya Rûsî proseya çareserkirina Sûriyê asteng kir

pêwîste hemû hawl werin kirin, da ku rewşa Sûriyê aloztir nebe

Merkel: Ketina firokeya Rûsî proseya çareserkirina Sûriyê asteng kir
Merkel: Ketina firokeya Rûsî proseya çareserkirina Sûriyê asteng kir

 

K24-Navenda Nûçeyan

Şêwermena Almanyayê Angela Merkel ragehand ku ketina firokeya Rûsyayê ji aliyê Tirkiyê ve proseya çareserkirina  kirîza Sûriyê asteng kir.

Di daxuyaniyekê de Şêwermena Almanyayê Angela Merkel îro(25.11.2015) li parlamentoya welatê xwe ragehan ku pêwîste hemû hawl werin kirin,  da ku rewşa  Sûriyê aloztir nebe û da zanîn ku ketina firokeya Rûsyayê ji aliyê Tirkiyê ve proseya çareserkirina wî welatî asteng kir.

Merkel diyar kir jî ku ji mafê her kesîye parastina welatê xwe bike û berevaniyê jî di ber xaka xwe de bike.

duh, 24ê Mijdarê, firokeyeke leşkerî ya Tirkî firokeyeke din a Rûsî xistibû xwarê, berpirsên Enqerê dibêjin ku wê firokeyê sînorê wan derbas kiriye û Rûsya jî red dike.