Rûsya: Terorîst ji Tirkiyê êrîşî Sûriyê dikin

Wezîrê Derve yê Rûsyayê tekez dik ku Tirkiyê “enqest” firokeya wan xistiye xwar.

Rûsya: Terorîst ji Tirkiyê êrîşî Sûriyê dikin
Rûsya: Terorîst ji Tirkiyê êrîşî Sûriyê dikin

K24- Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Rûyeyê, Sergey Lavrov bi zimanek tûj rexneyan li Tirkiyê digire û dibêje ku “terorîst” ji wî welatî êrîş Sûriyê dikin.

Sergey Lavrov îro, 25ê Mijdarê, ji ajansaên nûçeyan ên Rûsî re derbarê xistina firokeya Rûsî de ji aliyê Tirkiyê ve axifî.

Duh Sêşemê firokeyek leşkerî ya Tirkî firokeyek din a Rûsî xist xwarê, berpirsên Enqere dibêjin ku wê firokeyê sînorê wan derbas kiriye û Rûsya jî red dike.

Lavrov di vê derbarê got ku “Tirkiyê ew kar bi plan kiriye” hêvî xwest jî ku ew bûyer nebe sedema qedexekirina firînê li esmana Sûriyê.

Wezîrê Rûsî tekez kir ku, firokeya wan li esmana Sûriyê difirî dema ku firokeyek Tirkî êrîşî wê kiribû.

Herwiha Lavrov diyar kir jî ku dê bandora wê bûyerê li ser têkiliyên Mosko û Enqerê hebe.

Navborî tekez kir jî ku “Terorîst ji Tirkiyê êrîşî Sûriyê dikin” wek amajeyek ji gotinên ku Tirkiyê bi piştgiriya DAIŞê tohmetbar dikin.