Lavrov: Pilana xistina firokeyê berî niha hatibû danîn

û ew li hember ketina wê bê deng namîn in.

Lavrov: Pilana xistina  firokeyê berî niha hatibû danîn
Lavrov: Pilana xistina firokeyê berî niha hatibû danîn

K24

Wezareta Derve ya Rûsyayê ragehand, ku ketina firokeya Rûsyayê berî niha pilan jêre hatibû danîn û ew li hember ketina wê bê deng namînin.

Di daxuyaniyekê de Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergy Lavrov îro(25.11.2015) ragehan ku welatê wî li hember ketina firokeya xwe bê deng namîne, lê ew şerê Tirkiyê nakin.

Lavrov eşkere kir ku tîrorîst  erdê Tirkiyê ji çalakî û pilanên xwe re bi kartînin, herwiha daxwaz ji welatiyên xwe kir ku çûnûhatina xwe  bo Tirkiyê rawestînin.

Di daxuyaniya xwe de Wezîrê Derve yê Rûsyayê da zanîn ku ew bihêvîne Tirkiya ketina firokeyê neke bihane bo damezrandina  navçeya Tambon li Sûriyê.

Duh , 24ê Mijdarê, firokeyeke leşkerî ya Tirkî firokeyeke din a Rûsî xistibû xwarê, berpirsên Enqerê dibêjin ku wê firokeyê sînorê wan derbas kiriye û Rûsya jî redkirbû.