Kurdistan24
Nivîskar
Pêşmerge 2 gundên Mûsilê rizgar dikin
Hêzên Pêşmerge bi alîkariya firokeyên hevpeymanan operasyonek berfireh li dijî DAIŞê encamdan.
K24- Hewlêr
Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê 2 gundan li sînorê parêzgeha Mûsilê ji dest çekdarên DAIŞê rizgar dikin.
Fermandariya Pêşmergeyên Zêrevanî di daxuyaniyakê de, ku kopiyek jê bo K24 hatiye şandin, diyar dike ku, wan serê sibhe îro, 25ê Mijdarê, êrîş kirine ser çekdarên DAIŞê li eniya Bendava Mûsilê.
Di daxuyaniyê de hatiye ku, êrîş bi planeke bihêz hatiye encamdan û wan karî her du gundên Mesrîc û Tînbe yên li eniya Bendava Mûsilê rizgar bikin.
Derbarê şer û pevçûnan de jî, Fermandariya Pêşmergeyên Zêrevanî daye zanîn ku, bi dehan çekdarên DAIŞê di operasyonê de hatine kuştin, lê amaje bi hejmara hûr ya kuştiyan nekiriye.
Herwiha di vê operasyonê de, firokeyên hevpeymaniya navdewletî piştgiriyeke bihêz dabûn Hêzên Pêşmerge.