YNK û Goran ber bi “rêkeftinek siyasî” ve diçin

Şandeyek YNK li Silêmaniyê şend pêşniyar pêşkeşî Tevgera Goranê kirin.

YNK û Goran ber bi “rêkeftinek siyasî” ve diçin
YNK û Goran ber bi “rêkeftinek siyasî” ve diçin

K24- Silêmanî

Serkirdeyekî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dibêje ku hewlên wan ji bo gehiştin bi “rêkeftineke siyasî” ligel Tevgera Goranê berdewam in.

Îro, 25ê Mijdarê, civîneke hevbeş di navbera YNK û Tevgera Goranê de li Silêmaniyê birêve çû, piştî bidawîhatina civînê konferenseke rojnamevanî hat lirdar xistin.

Di konferensê de endamê polîtbîroya YNK, Seidî Ehmed Pîre got: “Me di civînê de behsa wê yekê kir ku, ew komîteya hevbeş a ku beriya niha hebû bila karê xwe berdewam bike, heta em bigehin rêkeftinek siyasî di navbera YNK û Goranê de.”

Pîre diyar kir jî ku, YNK û Goran gelek ji hev nêzîk in û “baş malê hev nas dikin.”

Navborî tekez kir ku, ji bo karê hevbeş li ser pirsan “pêwîstiya wan be bi çareserkirina rewşa nav mala Kurdî li Herêma Kurdistanê heye.”

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Tevgera Goranê, Şoreş Hacî got ku, ew wek Goranê tekez li ser çaresekirina krîzan dikin.

Hacî diyar kir jî ku, şandeya YNK pêşniyarên xwe pêşkeşî wan kirine û ew jî dê ligel serkirdayetiya Goranê gotûbêj bikin.

Destpêka vê heftiyê YNK serdana Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî kiribû û çend pêşniyar derbarê dîtina çareseriyekê ji krîza siyasî ya li Herêma Kurdistanê re pêşkeş kiribûn.