Kurdistan24
Nivîskar
Partiya Pêşverû ji ENKSê cuda dibe
Dê serkirdeyetiya nû biryar li ser têkiliya ligel rêveberiya xweser bide.
K24- Navenda Nûçeyan
Partiya Pêşverû ya Demokratîk a Kurd li Sûriyê ji nav partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) vedikişe.
Partiya Pêşvero ku îro, 25ê Mijdarê, kongreyê xwe yê 14emîn bidawî anî, di daxuyaniyekê de ragehand ku wê Evdilhemîd Hec Derwîş carek din bo posta sekreterê partiyê hilbijart.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye ku, endamên kongreyê biryar dan ku Partiya Pêşverû ji çarçoveya ENKS derkeve, bêyî ku amaje bi ti zanyariyek din bide.
Partiya Pêşverû yek ji partiyên xwedan pêgehek cemawerî ya girîng e li Rojavayê Kurdistanê.
Heta niha ENKS ti daxuyanî derbarê vê biryara Partiya Pêşverû de nedaye.
Li gor daxuyaniyê, pirsa têkiliya Partiya Pêşverû di kongreyê de nehatiye yekalîkirin û ev pirs bo serkirdayetiya nû bicih hiştine.