Dengvedana xistina firokeya Rûsyayê

Derbarê xistina firokeya Rûsyayê de, parlamenteran bangî rayedarên her du dewletan kir ku bi aqilane tevbigerin.

Dengvedana xistina firokeya Rûsyayê
Dengvedana xistina firokeya Rûsyayê

K24 – Enqere

Derbarê xistina firokeya Rûsyayê de, parlamenteran bangî rayedarên her du dewletan kir ku bi aqilane tevbigerin. Parlamenteran bal kişand ser têkiliyên aborî yên di navbera her du dewletan de.

Tirkiyeyê firokeya Rûsî anî xwarê ku qaşo qada asîmanî ya wan bezandiye. Parlamenteran derbarê mijarê de nerînên xwe anîn ziman û daxwaz ji her du dewletan kirin ku bi baldarî tevbigerin.

Alîkarê Serokê Giştî yê MHPê Ümit Özdağ diyar kir ku tu alîkariyeke çekdarî ya bo Tirkmenan li holê nîn e û got divê ev pirsgirêk bi gotûbêjkirinê were çareserkirin: “Divê her du alî ne bi şer lê bi giftûgoyan vê pirsgirêkê çareser bikin. Divê hem Rûsya û hem jî Tirkiye berjewendiyên xwe yên jiyanî baş binasin û rêzê li van berjewendiyan bigirin. Ev yek mimkûn e. “

Nûnerên partiyên din jî gotin ku divê Rûsya û Tirkiye li gorî berjewendiyên xwe yên aborî tevbigerin. Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kılıçdaroğlu jî li ser Twêttirê mijar wiha nirxand: “Ez bûyerên li sînorê Sûriyeyê ku cihê metirsiyê ne, li ser navê dewletê bi baldarî dişopînin û ez ji ber bûyeran bi fikarim.”

Partiyên siyasî, hêvî dikin ku hikûmet ji hewldanên aloz dûr bikeve û ew li bendê ne ku hikûmet Tirkiyeyê ber bi rewşeke nebaş û tarî ve nebe.