Civata Wezîran a Tirkiyeyê tê rexne kirin

Partiyên mixalefetê li dijî lîsteya hikûmetê nerazîbûn nîşan dan û civata wezîran wekî cıvata qesrê binav kirin.

Civata Wezîran a Tirkiyeyê tê rexne kirin
Civata Wezîran a Tirkiyeyê tê rexne kirin

K24 - Enqere

Lîsteya Hikûmeta 64emîn a Tirkiyeyê hate aşkerekirin. Partiyên mixalefetê li dijî  lîsteya hikûmetê nerazîbûn nîşan dan û civata wezîran wekî cıvata qesrê binav kirin.

Civata wezîran a hikûmeta 64emîn ji aliyê Serokkomar Recep Tayyip Erdoğan ve hate erêkirin. Partiyên mixalefetê jî cıvata wezîran bi dijwarî rexne dikin.

Hevseroka HDPê Figen Yüksekdağ civata wezîran wek “civata qesrê” binav kir: “Kabineya ku hatiye pêkanîn kabineya qesrê ye. Bi vê yekê jî xuya dike ku wê girêdayî qesrê tevbigere. Ev civat, nikare di prosesa pêşiya me de  pirsgirêkên siyasî çareser bike.”

Ji aliyê din ve, Cîgirê Serokê Koma CHPê Ozgur Ozel jî destnîşan kir ku hikûmeta nû wê nikaribe pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike û diyar kir ku ew ê çavdêriya hikûmeta nû bikin da sozên di heyama hilbijartinê de dabûn bicih dike yan na?

Ozel wiha axifî: “Em ê çavdêriya wan sozan bikin ku di prosesa hilbijartinên 1ê Mijdarê de hatine dayîn. Wê sozên hikûmeta nû ên bo welatiyan werin şopandin. CHP dê di çarçoveya bernameya xwe de mixalefeteke wiha bike ku rê li ber hikûmetê veke û daxwazên welatiyan bîne rojevê.”

Nûnerên partiyên siyasî da zanîn ku ew dê li ser rexneyên xwe yên li dijî hikûmeta nû berdewam bin. Bi taybetî jî piştî pêşkeşkirina bernameya hikûmeta nû ew dê rexneyên xwe tundtir bikin û herwiha nasnameyên endamên civata wezîran jî eşkere bikin.