Konseya Ewropayê bo penaberan li Brukselê dicive

Tirkiye û Dewletên Yekitiya Ewropayê ji bo çareserkiyan pirsgirêka penaberan lihev kirin.

Konseya Ewropayê bo penaberan li Brukselê dicive
Konseya Ewropayê bo penaberan li Brukselê dicive

K24 – Enqere

Tirkiye û Dewletên Yekitiya Ewropayê ji bo çareserkiyan pirsgirêka penaberan lihev kirin. Li gorî vê lihevkirinê di 29ê Mijdarê de li Brûkselê civînek tê kirin û tê de rewşa penaberan û Sûriyeyê were niqaşkirin.

Yekitiya Ewropa û Tirkiye bo penaberên ji ber terora DAIŞê ya li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn dixwazin biçin Ewropayê li çareseriyekê digerin. Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Donalds Tusk, bi tevlîbûna serokên dewlet û hikûmetan di 29ê Mijdarê de li Brûkselê civîneke derasayî li dar dixe û Tirkiye jî bo vê civînê hatiye vexwendin.

Pisporan derbarê vexwendina Tirkiyeyê ya bo vê civînê de nerînên xwe anîn ziman. Akademîsyen Akin Bakioglu derheqa mijarê de got: “Ev gaveke baş e. Lê belê Yekîtiya Ewropayê di vê mijarê de ne ji dil e. Ji ber qetliyama li Fransayê êdî Ewropî wê Sûriyan nexwazin. Heger Sûriyan bixwazin jî wê piştî kontrolên ewlehiyê yên berfireh werbigirin. Ji ber vê yekê pêdiviya wan bi Tirkiyeyê heye.“

Hinek pispor jî vê civînê  bo Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê gelekî girîng dinirxînin û dibêjin piştî bi 10 hezaran penaberan berê xwe dan Ewropayê, dewletên Ewropî bêhtir hay ji pirsgirêka li Sûriyê bûn û niha dizanin ku ev pirsgirêk bêyî Tirkiyeyê çareser nabe.

Akademîsyen Îhsan Çetîn jî wiha dibêje: “Bi taybetî piştî êrîşa li Parîsê, êdî derket holê ku mijara Sûriyeyê êdî ne mijareke herêmî ye herwiha Ewropyê jî têkildar dike, bi taybetî jî derbarê pirsgirêka penaberan de. Êdî rastiyeke din jî heye ku, derbarê pebaran û rewşa Sûriyeyê de vîneke xurt derketiye holê.”

Tê çaverêkirin di civînê de projeyeke hevpar a rêlibergirina derbasbûna penaberan were eşkere kirin û di çarçoveya vê projeyê de Yêkitiya Ewropayê dê bo alîkarî û hevkariya Tirkiyeyê 3 Milyar Euro bide Tirkiyê.