Amerîka: Rokêtên S-400 operasyonên me asteng nakin

Armanca wan a sereke jinav birina DAIŞê ye û pêwîst e ew armanc were cîbicîh kirin.

Amerîka: Rokêtên S-400 operasyonên me asteng nakin
Amerîka: Rokêtên S-400 operasyonên me asteng nakin

 

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Bervaniya amerîkayê(Pentagon) ragehand ku belavbûna rûkêtên (S-400 )ji aliyê Rûsyayê ve li Sûriyê operasyonên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî rêxistina DAIŞê asteng nake.

Di daxuyaniyekê de berpirsê operasyonên esmanî di Serkirdayetiya Navendî ya Amerîkayê Charles Brown duh(25.11.2015) bo rojnameya Air Force Times ragehand ku armanca wan ya sereke jinav birina DAIŞê ya û pêwîste ew armanc were cî bicî kirin.

Brown da zanîn ku belavbûna sîstema Rûkêtên S-400 ji aliyê Rûsyayê ve li Sûriyê operasyonên Hevpeymaniya Navdewletî asteng nake.

Berî niha Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergy Lavrov ragehandibû ku welatê wî dê sîstema Rûkêtên S-400 li navenda Hemîmîm a Sûriyê belav bike.

Berpirsên Amerîkayê ji aliyê xwe ve nîgeraniya xwe ji belavbûna sîstemê rûkêtên S-400 ji aliyê Rûsyayê li Sûriyê nîşan dabû.