Hong Kong: Persîva balindeyan careke din serî hilda

Rêvebertiya perpirs ji çandiniyê li Hong Kongê bi raporekê ragehand ku deshilata wê herêmê kariye kontrola nexweşiyê bike.

Hong Kong: Persîva balindeyan careke din serî hilda
Hong Kong: Persîva balindeyan careke din serî hilda

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina Cîhanî ya Saxlemiya Ajelan ragehand ku li Hong Kongê vîruseke kujek a corê H5N6 ya persîva balindeyan di nav balindeyên kovî yên wê herêma xwedî rêveberiya xweserî ya ser bi welatê Çînê hatiye dîtin.

Rêxistina navbirî herwiha da zanîn ku heta niha ew vîrus gelekî berbelav nebûye. Rêvebertiya perpirs ji çandiniyê li Hong Kongê bi raporekê ragehand ku deshilata wê herêmê kariye kontrola nexweşiyê bike û nehêle zêdetir belav bibe.

Ev vîrusa ku niha hatiye dîtin cuda ye ji vîrusa H7N9 ya ku beriya niha hatibû dîtin, ku zirara wê kêmtir e û di sala 2013an de li Çênê bi kêmayî  175 kesan ji ber wê canê xwe ji dest dabûn.