Êrîşên firokeyên Tirkiyê bo ser PKKê berdewam in

Êrîşên firokeyên Tirkiyê li ser pêgeh û navendên Partiya Karkerên Kurdistan(PKK)ê li qûntara çiyayê Qendîlê û gundên wê berdewamin.

Êrîşên  firokeyên Tirkiyê bo ser PKKê  berdewam in
Êrîşên firokeyên Tirkiyê bo ser PKKê berdewam in

K24- Navenda Nûçeyan

Êrîşên firokeyên Tirkiyê li ser pêgeh û navendên Partiya Karkerên Kurdistan(PKK)ê li qûntara çiyayê Qendîlê û gundên wê berdewamin.

Li gor zaniyariyên peyamnêrê Kurdistan 24 ji duh ve firokeyên Tirkiyê pêgeh û navendên PKKê li gundê Bolê, Êndzê, Silê û çend gundên din li qûntara çiyayê Qendîlê tobarankirin û li gor peyamnêrê K24 hete niha ziyan û zirarên wê operayonê  nehatine zanîn .

Piştî rojekê ji serkeftina Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) di hibijartinên 1ê Mijdarê de, Tirkiyê êrîşên xwe yên esmanî li dijî pêgehên PKKê li Herêma Kurdistanê dest pê kir.

Heta niha Hikûmeta Navendî ya Iraqê jî helwesta xwe derbarê wan opersyonên Tirkiyê nîşan ne daye, çi sikale û gilî jî li Encûmena Niştimaniya Navdewletî tomar ne kir ye.

sala  borî  çend navçeyên Herêma Kurdistanê ji bi sedema êrîşên firokeyên Tirkiyê û  şewtandina daristan û rezên  welatiyan rastî kirîzeka jîngehê bû, herwiha bi sedan welatiyên wê navçeyê gundên xwe vala kirin û ber bi cihên aram ve çûn.

Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê di sala 1979 bi serokatiya Ebdullah Ocelan hatiye damezrandin û li 14ê Tebaxa 1984 şer çekdarî li dijî Tirkiyê ragehand ye.