Beşîkçî: Ji bo Kurdan take rê dewletbûn e

Li Hewlêra peytexta Herêma Kurdistanê, bi beşdariya Wezîrê Rewşenbîrî û Parêzgarê Hewlêrê, nûnertiya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî vebû.

Beşîkçî: Ji bo Kurdan take rê dewletbûn e
Beşîkçî: Ji bo Kurdan take rê dewletbûn e

K24 – Hewlêr

Li Hewlêra peytexta Herêma Kurdistanê, bi beşdariya Wezîrê Rewşenbîrî û Parêzgarê Hewlêrê, nûnertiya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî vebû. Di merasîma vekirinê de nivîskarê navdar Beşîkçî axaftinek kir û got: ‘’Ji bo Kurdan take rê, dewletbûn e.’’

Waqfa Îsmaîl Beşîkçî şaxa xwe ya Hewlêrê doh li Hola Piştevanî, bi merasîmekê vekir. Di merasîmê de ligel civaknas û nivîskar Îsmaîl Beşikçî, Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan ê Herêma Kurdistanê Xalid Doskî, Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî û gelek rewşenbîr û nûnerên saziyan jî beşdar bûn.

Di destpêka merasîmê de Serokê Desteya Rêveber a Waqfa Beşîkçî Îbrahîm Gurbuz derbarê armanca vekirina waqfê de axivî û got ku Îsmaîl Bêşîkçî wîcdanê mirovahiyê ye û jiyana xwe jî bo eşkerekirina rastiya civaka Kurdan veqetandiye.

Piştî Gurbuz her yek ji Newzad Hadî,  Xalid Doskî û Mem Botan jî gotar pêşkeş kirin. Îsmaîl Beşîkçî jî di merasîmê de axaftinek kir û spasiya hemû kesên ku alîkariya vekirina waqfê kirine, kir.

Beşîkçî got ku Hewlêr dê bibe navendeke giring a bazara petrolê, divê weke navendek giring a dîroka Kurd, çand, huner û navenda pêşketina hizra neteweyî jî bê naskirin.

Beşîkçî diyar kir ku herêm di qonaxeke giring re derbas dibe û got: ‘’Beriya şerê DAIŞê di Hezîrana 2014ê de ji sedî 65ê Kurdistanê di bin kontrola Rêveberiya Herêma Kurdistanê de bû. Piştî destpêkirina şer Pêşmergeyan ji sedî 90 kontrol kir, bi serkeftina Şingalê jî bû ji sedî 95. Divê êdî rapirsiya serxwebûnê bikeve rojevê.’’

Beşîkçî diyar kir ku ji bo Kurdan tenê rêyek heye û ew jî dewletbûn e û divê vê yekê jî bi Bexdayê re di nava diyalogê de bikin. Beşîkçî diyar kir ku ya giring daxwaz û yekîtiya Kurdan bixwe ye û axaftina xwe wiha qedand: "Bi vêna dê helwêsta Kurdan diyarker be. Lewma divê hevgirtina partiyên Kurdan hebe û rêkeftina stratejîk a di navbera YNK û PDKê de ji nû ve were zindîkirin.