Barzanî û Ubeydî pirsa azadkirina Mûsilê gotûbêj dikin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Xalid Ubeydî civiyan û rewşa dawî ya eniyên şer li dijî DAIŞê gotûbêj dikin.

Barzanî û Ubeydî pirsa azadkirina Mûsilê gotûbêj dikin
Barzanî û Ubeydî pirsa azadkirina Mûsilê gotûbêj dikin

K24 – Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Xalid Ubeydî civiyan û rewşa dawî ya eniyên şer li dijî DAIŞê û azadkirina bajarê Mûsilê ji destê wê grubê gotûbêj dikin.

Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Xalid Ubeydî doh (25.11.2015) bi serdanekê gehişte Hewlêrê û vê sibê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir û niha ligel Barzanî di civînê de ye.

Li gor agahiyên peyamnêrê K24ê, civîna Pîrmam derbarê proseya azadkirina Mûsilê de ye û hikûmeta Iraqê merc û nerîna Serokê Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge bizane li ser beşdarbûn û şêwazê birêveçûna azadkirina Mûsilê.

Di civîna navbera Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê de, Wezîrê Pêşmerge bi wekalet Kerîm Şingalî û Fermandeyê Hêzên Esmanî yên Iraqê General Enwer Heme Emîn beşdar in.