Pirsa Kurd di bernameya Davutoglu de ye

Serokwezîrê Tirkiyeyê bernameya hukmeta 64emîn li Parlamentoyê xwend. Davutoglu got, di pirsa Kurd de ewê hewl bidin çek ji holê rabin û statuyeke hiqûqî bidin cemxaneya Elewiyan.

Pirsa Kurd di bernameya Davutoglu de ye
Pirsa Kurd di bernameya Davutoglu de ye

K24 – Enqere

Serokwezîrê Tirkiyeyê bernameya hukmeta 64emîn li Parlamentoyê xwend. Davutoglu got, di pirsa Kurd de ewê hewl bidin çek ji holê rabin û statuyeke hiqûqî bidin cemxaneya Elewiyan.

Davutoglu, bernameya hukmeta nû duh pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê kir û got, ew cudahiyan wek dewlemendiya etnîkî, olî û mezhebî dibînin û pirsa kurdî wek "Pêvajoya Yekîtî û Bratî ya Neteweyî" binav kir.

Serokwezîrê Tirkiyeyê got, hukmeta wan li aliyek dijî terorê bibiryar têkoşîna xwe wê bidomîne û li aliyê din vîyana meşandina pêvajoya çareserî û demokrasiyê bidomîne.

Serokwezîrê Tirkiyeyê da zanîn ku, ligel pêvajoyê dê pêşxistina herêmê, avakirina derfetên kar, alîkariya deverên ku ji terorê bandor bûne jî bigrin rojevê bi vê ewê bikaribin di vê pêvajoyê de çekan bi temamî ji rojevê derxin.

Derbarê pirsa Elewiyan de jî Davutoglu got, ewê hewl bidin statuyeke fermî bidin cemxaneyan û yên nû vekin, elewîtî li zanîngehan bikin mijara lêkolînan û bo vê navendên lêkolînan vekin û sîstema perwerdehiyê de bicîh bikin.

Davutoglu got, ewê armanc û vîzyona heta sala 2023ê yek bi yek bînin cih û bo vê di warên demokratîkbûn û dadê, perwerde, rêveberiya dewletê, darayîya dewletê û aborî de çi reform pêwîst e dê bikin.