Kanada: Metirsiya penaberên Sûriyê li ser ewlehiya me nîne

Trudeau da zanîn ku pirengiya civaka Kandayê dê wî welatî bi hêztir dike.

Kanada: Metirsiya penaberên Sûriyê li ser ewlehiya me nîne
Kanada: Metirsiya penaberên Sûriyê li ser ewlehiya me nîne

 

K24-Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Kanadayê  Justin Trudeau ragehand ku  metirsiya penaberên Sûriyê li ser ewlehiya welatê wî nîne.

Serowezîrê Kanadayê Justin Trudeau di daxuyaniyekê de duh(25.11.2015) ragehand ku biryara rawestandina pêşwazîkirina penaberên Sûriyê li wê yekê vegeran ku dixwaze hestê metrsiya çûna penaberan bo welatê xwe  li cem xelkê sivik bike,  taybet piştî êrîşên Parêsê.

Trudeau da zanîn ku pirengiya civaka Kandayê dê wî welatî bi hêztir bike.

Berî niha balyozê Kanadayê li Urdinê ragehandibû ku welatê wî dê 25 hezar penaberên Sûriyê yên ku li Urdin, Lubnan û Tirkiyê dimîn bi rêya firokeyan veguhêze Kanadayê.

Serokwezîrê Kanadayê tekez kir ku welatê wî pabend e bi pêşwazîkirina wan penaberan lê di dema niha de hatiye rawestandin.