Kurdistan24
Nivîskar
Barzanî: Paşerojeke geş li benda Kurdên Êzdî ye
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, tekez kirk u tişta ji destê wî were dê bo avakirina Şingalê û baştirkirina jiyana niştecihên wê bike û paşerojeke geş li benda wan e.
K24 – Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, tekez kirk u tişta ji destê wî were dê bo avakirina Şingalê û baştirkirina jiyana niştecihên wê bike û paşerojeke geş li benda wan e.
Di civînekê de ligel nûnerên Mala Êzdî ya Elmanyayê ku bi mebesta pîrozkirina serkeftina Şingalê hatibûn, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got: "Karesata Şingalê bo Kuran beşeke ji wan nexweşiyên ku bi ser gelê me de hatine. Berdewamiya Enfal, kîmyabaran û wêrankirina bajar û bajarokên me bû û gelekî em êşandin."
Barzanî wiha axifî: "Vê care jî derket, eger dijmin zerarê jî bighîne me di dawî de her îradeya gelê me biser dikeve. Ew jixwebawerbûna li ba xwîşk û birayên Êzdî çêbûye gelekî girîng e. Hemû gelê Kurdistanê piştgiriya xwîşk û brayên Êzdî dike."
Serokê Mala Êzdiyan Osman Goran jî got: "Em wek Êzdî 74 ferman hatine sere me, di 73êmîn fermana borî de em bê pişt û pena bûn, lê di vê fermana dawî de hemû gelê Kurdistanê piştîvan û hevxemê me bû û hemû şiyana xwe jî bo dermankirina birînên me xistin tevgerê. Cenabê we jî soz da me û soza we jî hate cîh."