"Ji mînberên mizgeftan sivikayetî bi jinan tê kirin"

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di merasîma kampanyaya rûbirûbûna tundûtîjiya li dijî jinan de got: "Ji mînberê hinek mizgeftan sivikayetî bi jinan tê kirin."

"Ji mînberên mizgeftan sivikayetî bi jinan tê kirin"
"Ji mînberên mizgeftan sivikayetî bi jinan tê kirin"

K24 – Hewlêr

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîma kampanyaya rûbirûbûna tundûtîjiya li beramberî jinan de gotarek pêşkêş kir û got: "Ji mînberê hinek mizgeftan sivikayetî bi jinan tê kirin."

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, di merasîmê de ku îro li Hewlêrê birêve çû, da zanîn ku pirsa rûbirûbûna tundûtîjiya li beramberî jinan di destpêka karê wan de ye û wiha axifî: "Li ser astê siyasî û yasayî ev pirs ber bi pêşveçûnê de çûye, lê şîdet bi dawî nebûye."

Barzanî da zanîn ku hikûmeta Kurdistanê yasaya kesêtî ya Iraqê guhertiye bo yasayeke şaristanî û modern û wiha pêde çû: "Di asta cîbicîhkirin de me çendîn rêveberiyên li dijî şîdetê û cihên xwesipartina jinan vekirine."

Barzanî, herwiha daxwaz ji mamostayên olî kir daku di vî warî de rola xwe bibînin û naveroka peyamên wan jî yeksanî û wekhevî bin. Barzanî nîgeraniya xwe jî anî ziman ku bi rêya mînberê hinek mizgeftan sivikayetî bi jinan tê kirin.

Serokwezîr qala êrîşên ser DAIŞê jî kir û got: "Ew ne tenê bi çekan li beramber me rawestiyane, lê ketine nav civakê û fikra dijî yeksaniya azadiya mirov belav dikin. Barzanî, da zanîn ku rizgarbûna Şingalê dawî li êş û jana jinên Şingalê nayîne, loma dive berî hemû tiştekî kar bo jinên Şingalê were kirin.

Salane li Herêma Kurdistanê bi helkefta 25ê Mijadrê Roja Rûbirûbûna Şîdeta li Dijî Jinan a Cîhanî, gelek çalakî tên kirin wek konferans û semîner û hewl tê dayîn şîdeta li beramberî jinan were kêmkirin.