Kurdistan24
Nivîskar
Hague: Rêkeftina Sykes-Picot ne pîroz e
Kevnewezîrê Derve yê Brîtanyayê William Hague, ragehand ku rêkeftina Sykes-Picot ne pîroz e û Kurdan îspat kirin ku dikarin xwe birêve bibin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Kevnewezîrê Derve yê Brîtanyayê William Hague, ragehand ku rêkeftina Sykes-Picot ne pîroz e û Kurdan îspat kirin ku dikarin xwe birêve bibin.
William Hague, di gotarekê de ku di rojanemaya The Telegraph a Brîtanî de belav kiriye, behsa DAIŞê dike û dibêje ji bo jinavbirina vê rêxistinê divê hêzên artêşê yên bejayî werin bikar anîn.
Hague, tekez kir ku hebûna wê hêza bejayî divê ji Sûrî, Iraqî û Ereban pêk were û wiha axifî: "Şaşîtî ye eger Brîtanya û welatên rojava yên din hinek ji hêzên xwe neşînin wan navçeyên cihê şer, ji ber hebûna wan dê berê şer biguherin.
William Hague bêyî ku nav bide bale dikşîne ser rêkeftina Sykes-Picot wiha dibêje: "Di sala 1916an de dîplomatên Brîtanî û Fransî sînorê Sûriye û Iraqê danîn, lê niha pêwist e ew sînor wek pîroz neyê dîtin."
Hague, da zanîn ku eger serkirdeyên van herdu welatan nikarin pêkhateyên wan dewletan li hev kom bikin, divê bi piştîvaniya navdewletî lêkolîn li ser wî sînorî bê kirin û got: "Kurdan karîne xwe bi xwe birêve bibin û Sûriyeya dabeşkirî dikare di nav aştiyê de bijî."