Evîn Şikakî
Reporter
David Cameron: Em ê li Sûriyê piştgiriya Kurdan bikin
Serowezîrê Brîtanyayê eşkere kir ku li Sûriyê ew dê rûkêtên jîr bikarbînin da rêgiriyê li ber kuştina sivîlan bigere.
K24-Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Brîtanyayê David Cameron ragehand ku li sûriyê ew dê piştgiriya Hêzên Kurdî û Opozîsyona Lîberal di şerê li dijî DAIŞê de bikin.
Di daxuyniyekê de Serokwezêrê Brîtanyayê David Cameron îro(26.11.2015) li pêşiya Civata Nûnerên welatê xwe ragehand ku pêwîste Brîtanya operasyonên xwe li dijî DAIŞê zêdetir bike û got ku ew li Sûriyê dê piştgiriya Hêzên Kurdî û Opozîsyona Lîberal bikin.
Ji aliyeke din ve Serowezîrê Brîtanyayê eşkere kir ku li Sûriyê ew dê rûkêtên jîr bikarbînin da rêgiriyê li ber kuştina sivîlan bigere.
Brîtanya yek ji welatên Hevpeymaniya Navdewletiye ya ku şerê DAIŞê li Iraq û Sûriyê dike.