Siûdiyê navê 12 serkirdeyên Hizbullah dixe lîsteya terorê
HIkûmeta Siûdiyê dest daniye ser pere û projeyên wan.
Siûdiyê navê 12 serkirdeyên Hizbullah dixe lîsteya terorê
K24- Navenda Nûçeyan
Erebistana Siûdiyê navê 12 serkirdeyên Hizbullah a Libnanê dixe nav lîsteya terorê.
Wezareta Navxwe ya Erebistana Sidûiyê di daxuyaniyekê de îro, 26ê Mijdarê, ragehand ku, ew kesên ku navê we ketiye lsîteya terorê de, pere û milkên wan jî hatine desteserkirin.
Li gor daxuyaniyê wezaretê, navê her her yek ji Mihemed Yûsif Ehemed Mensûr, Edhem Tebaxe, Qasim Hicêc û Mistefa Berdredîn ji ber alîkariya Hizbullah ketiye lîsteya terorê.
Wezaretê diyar kiriye jî ku, ew kes serpereştiya hin proje û dezgehan dikin û dahata wan ji Hizbullah a Libnanî re diçe.