Bandora xistina firokeya Rûsî li ser Tirkiyê

Pispor dibêjin ku dê bandoreka wê bûyerê li ser têkiliyan nerênî be, lê derketina şerekî gerim navbera her du welatan bi dûr dizanin.

Bandora xistina firokeya Rûsî li ser Tirkiyê
Bandora xistina firokeya Rûsî li ser Tirkiyê

K24- Stenbol

Piştî xistina firokeya Rûsyî a ji aliyê Tirkiyeyê ve, têkiliyên di navbera her du welatan de bû rojeva sereke ya siyaseta Rojhilata Navîn û cîhanê.

Pisporê Rojhilata Navîn Oytun Orhan li ser mijarê nerînên xwe ji K24 re anî ziman û got di warê aborî de têkiliyên di navbera her du dewletan de wê nebaş bibin lê belê ne di rojevê de ye ku şerekî germ di navbera her du dewletan de rû bide.

Oytun Orhan got jî: “Ji xwe di demên dawî de, ji ber mijara Sûriyeyê di têkiliyên navbera Tirkiye û Rusyayê de alozî hebû. Li gorî min, piştî vê proseyê, Rûsya di têkiliyên dualî de, bi avêtina hin gavan wê Tirkiyeyê di warê aborî de, di warê enerjiyê de, têxe tengasiyê, Lê ez bawer nakim her du alî li ser xeta şer werin li hemberî hev du. “

Aborînasê pispor Azîz Konukman diyar kir ku rol û hêza dewletên di şerê li Sûriyeyê de cih digirin hatiye guhertin lê belê Tirkiyeye li wê derê dikeve nava çiravekê û rola wê a li herêmê nemaye.

Herwiha Azîz Konukman wiha berdewam kir: “Ne aqilaneye ku têkiliyên bi Rûsyayê re werin şikandin. Heger Rûsya dest bi rêgiriyan bike wê rewş gelekî nebaş bibe. Ji xazê bigire heta gelek ambargoyên din bi Rûsyayê re di warê aborî de gelek Peyman hene. Heger peymanên di navbera her du welatan ji nişka ve xera bibe û di warê aborî de pirsgirêkên mezin dê rû bidin.”

Aloziya di navbera her du dewletan de, ev demeke dirêje berdewam e. Rûsya her tim Tirkiyeyê tawambar dike ku mudaxaleyî şerê li Sûriyeyê dike. Tirkiye jî ev demeke dirêje her tim dibêje Rûsya ji bo piştgiriya Esed bike muxalifên li Sûriyeyê ên li dijî Esad, bombebaran dike. Serokkomarê Rûsyayê Vladimir Putin piştî xistina firokeyê bi daxuyaniyeke tund, Tirkiye sûcdar kir ku piştgirya DAIŞ’ê dike û ji wê petrole dikere. Xuyarye bi xistina firokeya Rûsyayê wê aloziya di navbera her du dewletan de zêdetir bibe û li rojhilata navîn ber bi qeyraneke nû biçe.