Elmanya hinek şêwirmendên din ên leşkerî dişîne Kurdistanê

Ji dema derketina şerê li dijî DAIŞê, Elmanya 100 şêwirmendên leşkerî şandine Herêma Kurdistanê.

Elmanya hinek şêwirmendên din ên leşkerî dişîne Kurdistanê
Elmanya hinek şêwirmendên din ên leşkerî dişîne Kurdistanê

K24- Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergirî ya Elmanya biniyaz e 50 şêwirmendên leşkerî yên din bişîne Herêma Kurdistanê.

Wezaretê îro, 26ê Mijdarê, diyar kir ku li gor bernemayê wê di Çileya 2016’de pêşniyaza  xwe pêşkeşê parlementoyê bikin.

Piştî derketina şerê li dijî DAIŞê, Elmanya bi awayekî berçav alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye, ji wê demê ve jî 100 şêwirmendê leşkerî yên wî welatî Pêşmergeyan perwerde dikin.

Berdevkê Wezareta Bergirî ya Elmanyayê jî derbarê mijarê de daxuyandiye ku ‘’Ev hevkarî û projeyên têne pêkanîn jî wê yekê piştrast dikin ku Elmanya piştgiriya Hêzên Pêşmerge dike.

Li gor planê, dê 50 şêwirmendên din ên leşkerî bo Herêma Kurdistanê bên şandin, lê piştî razîbûna Parlementoya Elmanyayê.