Wê dahatûya Sûriyeyê çawa bibe?

Siyasetzanên xwedî ezmûn ên Tirkiyeyê, Şerê li Sûriyeyê, wekî şerekî post-modern û gelek alî yê cîhanê nirxandin û da zanîn ku heta nexşerêyeke nû ya cîhanê neyê dariştin dawî li şer nayê.

Wê dahatûya Sûriyeyê çawa bibe?
Wê dahatûya Sûriyeyê çawa bibe?

K24 – Enqere

Siyasetzanên xwedî ezmûn ên Tirkiyeyê, Şerê li Sûriyeyê, wekî şerekî post-modern û gelek alî yê cîhanê nirxandin û da zanîn ku heta nexşerêyeke nû ya cîhanê neyê dariştin dawî li şer nayê.

Bi xistina Firokeya Sûriyeyê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve,  pêşî li wê yekê vekir ku dahatûya Rojhilata Navîn û Şerê li Sûriyeyê di qada navneteweyî de were niqaşkirin.

Li Tirkiyeyê jî, Akademisyenên di warê siyasetê de xwedî ezmûn  derbarê mijarê de nerînên xwe anîn ziman.

Pisporê Siyasetê Prof. Dr. Ahmet Alpay Dikmen diyarkir ku şerê li Rojhilata Navîn rû dide, her diçe ber bi şerekî gerdûnî ve diçe û diyar kir ku ev şerê ku sedemên wê ne zelal e heta nebe şerekî cîhanî bi dawî nabe: “Tiştên ku em dijîn, hem li ser bloka Ewropa û Emerîka û hem jî li ser bloka Rûsya û Çînê têkoşîna jinûveparvekirina Rojhilata Navîn û  Efrîkayê ye. Bi xwe em dibin şahidê wê yekê ku çavkaniyên van herêman ji aliyê dewletên pêşketî ve tên parvekirin.”

Pisporê Esntîtûya Ramanên Stratejîk Hayati Unlu ku bi lêkolînên xwe yên li ser Rohilata Navîn navdar e got; “Em nikarin qeyrana Sûriyeyê ji qeyrana neolîberal cuda bifikirin."

Unlu diyar kir ku wê hêzên tundrewtir ên navneteweyî daxilî herêmê bibin û wiha axifî: “Piştî hêza Îranê ya li Sûriyeyê şikeşt, her du dewletên piştgirê wê, Rûsya û Çîn beşdarî şerê herêmê bûn. Bi xistina firokeyê, Rûsya wê bêhtir têkeve Sûriyeyê. Çîn jî wê hêza xwe xurttir bike. Hetta Îsraîl jî wê tevlî vî şerî bibe.”

Akademîsyenan got ku niha di meselaya Sûriyeyê û Rojhilata Navîn de, Tirkiye, Emerîka, Rûsya, Îran û Fransa li ber çavan e, lê belê ji niha û şûn de, Misir, Brîtanya û Îsraîl jî wê têkevin nav vê mijarê, bi gûrbûna şerê li Sûriyeyê, hêza navneteweyî ya li herêmê jî wê bêhtir bibe.