Kurdistan24
Nivîskar
Li Diyarbekirê 3 polîs birîndar bûn
Li Bakurê Kurdistanê bajarê Diyarbekirê 3 polîs birîndar bûn û gerîlayekî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) canê xwe ji dest da.
K24 – Diyarbekir
Li Bakurê Kurdistanê bajarê Diyarbekirê 3 polîs birîndar bûn û gerîlayekî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) canê xwe ji dest da.
Li Bakurê Kurdistanê şer û operasyon berdewam in. Vê sibê li bajarê Diyarbekirê navçeya Kayapinarê li ser rêya Rihayê şer di navbera gerîlayên PKKê û polîsên Tirk de derket û di encam de 3 polîs birîndar bûn û gerîlayekî jî canê xwe ji dest da.
Li gor agahiyên peyamnêrê K24ê, piştî şer û pevçûnê hêzên ewlekariyê dest bi operasyoneke berfireh kirin û polîsên birîndar jî bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.
Herwiha xaniyên derdorê jî nesîbê xwe ji şer û pevçûnê wergirtine û hinek fîşek li xaniyan ketine, ji ber şerekî dijwar bûye.
Derbarê bûyerê de heta niha ji aliyê PKKê ve ti daxwiyanî nehatine dayîn û kesê cane xwe ji dest daye gerîlaye yan jî endamê YDG-Hê nediyar e.