Kurdistan24
Nivîskar
Du zarokên din bun qurbanê rêya qeçax
Li bajarê Mugla yê Tirkiyeyê belema penaberan binav bû û di encam de 2 zarokên xwîşkên hev canê xwe ji dest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Mugla yê Tirkiyeyê belema penaberan binav bû û di encam de 2 zarokên xwîşkên hev canê xwe ji dest dan.
Duh şev belema penaberên Suriyeyê ku dixwestin biçin Yewnenîstanê, ji ber şert û mercên xirab a rewşa hewayê li bajarê Muxlayê dûrperavên Bodrûmê binav bû.
Tîmên Ewlekariyê yên Deryayê li ser agahdariyê dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kirin. Di encam de ji 20 penaberan, 16 penaber hatin xilaskirin.
Hat ragihandin ku 2 zarokên xwîşkên hev bi navên Verîn Xelîl Huseyîn û Dilvîn Xelîl Huseyîn canê xwe ji dest dane. Ji bo 2 penaberên din yên wenda jî xebatên lêgerînê didomin.
Salane bi sedan penaber di rêyên koçkirinê de dibin qurbanî lê heta niha jî çareseriyek nehatiye dîtin. Hêjayê gotinê ye li gor navan ev herdu zarok jî Kurd in ku ji şerê dijwar ê Sûriyê reviyabûn lê di nav deryayê de cane xwe ji dest dan.