Kurdistan24
Nivîskar
Şûreya Leşkerî ji bo "şer" civiya
Endamên Şûreya Bilind a Leşkeriyê (YAŞ) bi serokatiya Serokwezîr Ahmet Davutoğlu civiya. Di civînê de mijara amadehiyên Tirkiyeyê yên ji bo şer di ber çav re hatin derbaskirin.
K24 – Enqere
Endamên Şûreya Bilind a Leşkeriyê (YAŞ) bi serokatiya Serokwezîr Ahmet Davutoğlu civiya. Civîna YAŞê 7 saet û 15 xulekan berdewam kir. Di civînê de mijara amadehiyên Tirkiyeyê yên ji bo şer di ber çav re hatin derbaskirin.
Di civîna ku bi serokatiya Serokwezîr Ahmet Davutoğlu birêve çû de, axaftin li ser bûyerên ser sînorê Suriyeyê, tedbîrên hatine wergirtin û xistina firokeya Rusyayê hat kirin.
Piştî civînê daxuyaniyek hat dayîn û tê de hat gotin ku pevçûnên li ser sînorê Suriyeyê çêbûne hatine gotûbêjkirin. Herwiha hat ragehandin ku behsa amadehiyên Hêza Çekdarî ya Tirkiyeyê (TSK) derbarê şer de hatiye kirin.
Daxwiyanî wiha bi dawî dibe: “Pevçûnên rojên dawî li ser sînorê Suriyeyê pêk hatine hatin nîqaşkirin; Li ser vê bingehê, ji bo têkiliyên me yên dîlomatîk û guftigûyên leşkeri yên navbera Federasyona Rusyayê vekirî bimînin û ji bo navbera hêzên çekdarî yên her du welatan de bûyerên nû neqevimin biryara bergiriyan hatiye dayîn.”