"Plana azadkirina derdora Şingalê amade ye"

“Çekdarên DAIŞ tenê 15 km dûrî Şingalê ne, loma bi rêya avêtina roketan hê jî metrisî ne li ser Şingalê.”

"Plana azadkirina derdora Şingalê amade ye"
"Plana azadkirina derdora Şingalê amade ye"

K24 – Navenda Nûçeyan

Sekreterê  Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragehand ku, heta niha ji sedî 20 li derveyî bajarokê Şingalê hê di bin kontrola çekdarên DAIŞê de ye.

Cebar Yawer ji AAyê re axifî û got ku, heta niha çekdarên DAIŞê ji ber toparankirina navenda Şingalê metrisiyê ji bajarok re çêdikin û  eşkere kir ku heta niha ji sedî 20 li derveyî bajarokê Şingalê yê rojavayê Mûsilê di bin kontrola çekdarên DAIŞê de ye.

Yawer tekez kir ku, hemû rêyên diçin Şingalê ewle û parastî ne, lê çekdarên DAIŞê tenê 15 km ji bajarê Şingalê dûr in, lewma bi rêya avêtina roketan hê metirsî li ser Şingalê heye û wiha axifî: “Heta niha 4 komelgehên Kurdên Êzdî nehatine rizgar kirin ku ji sedî 20ê rûberê Şingalê ye, lê plan heye ku navçeya Şingalê bi temamî were rizgar kirin.”

Roja 12 û 13 Midarê Pêşmergeyên Kurdistanê bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, operasyona Şingalê destpê kir û piştî 24 saetan Şingal bi temamî hat rizgarkirin û Alaya Kurdistanê li navenda bajarok hat bilindkirin.