Kurdistan24
Nivîskar
Salih Muslim ji kongreya Riyadê nîgeran e
Hevserokê PYDê Salih Muslim, tekez kir ku divê nûnerayetiyeke diyar a siyasî û leşkerî ya Kurdên Sûriyê di kongreya Riyadê de hebe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, tekez kir ku divê nûnerayetiyeke diyar a siyasî û leşkerî ya Kurdên Sûriyê di wê kongreyê de hebe, ku biryar e Erebistana Siudiyê ji mixalefeta Sûriyê saz bike.
Biryar e meha dahatû li Riyada paytexta Erebistana Siudiyê kongreyek bo mixalefeta Sûriyê were sazkirin. Hikûmeta Siudiyê jî bi wan grub û rêxistinan re dikeve têkiliyê ku opozîsyon in.
Hinek grub û neyarên Beşar Esed ji wê yekê nîgeran in ku bên paşguhxistin. PYD jî yek ji wan hêzan e ku bi nîgeranî berê xwe dide rewşê û metirsî heye bi hinceta ku "legel rejîma Sûriyê nerm e" di paşeroja Sûriyê de were paşguhxistin.
Di vê derbarê de Hevserokê PYDê Salih Muslim got: "Heta niha tu vexwendineke fermî negehiştiye destê me ku beşdarî wê kongreyê bibin. Em li bendê ne ku di çarçoveya beşdarbûna Desteya Hevahengî ya Niştimanî de ku ji hejmarek partî û aliyên mixalefeta Sûriyê pêk tê, bo kongreyê werin vexwendin."
Li gor Salih Muslim, beşdarbûna baskên leşkerî yên ser bi grub û partiyên siyasî jî girîng dibîne û daxwaz kir; Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku Hevpeymaniyeke Leşkerî ya nû ye û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinan têde cîh digirin û Amerîka alîkariya wan dike, bi awayekî aktîf beşdarî kongreya Riyadê bibin.
Muslim ji Reutersê re tekez kir li Sûriyê ew di rûbirûbûna teror û DAIŞê de aliyekî serekî ne û wiha pêde çû: "Hêzên PYDê, navçeyeke berfireh ji destê rejîma Sûriyê, çekdarên DAIŞ û grubên terrorist derxistine û dive bibin beşek ji proseya siyasî."
Hevserokê PYDê wiha dirêjî bi axaftina xwe da: "Eger nûnerên Artêşa Sûriyeya Azad bên vexwendin, wê demê dive yekîneyên me jî bên vexwendin, ku navçeyeke berfireh di bin kontrola wan de ye û aliyekî serekî yê milmilaneya nav Sûriyê ne li dijî DAIŞ û rejîmê."
Derbarê Tirkiyeyê de jî Salih Muslim got: "Tirkiye dixwaze maseyê biqulbîne û çareseriyeke siyasî li Sûriyê naxwaze. Herwiha plna daniye ji bo jinavbirina hewldanên çareseriya siyasî."
Li ser wan rêxistinên ku Tirkiye hevkariya wan jî dike, Salih Muslim nerîna xwe wiha anî ziman: "Rêxistinên wek DAIŞ, Cepheya Nusra ya ser bi Elqaîde, Ehrar Şam û çendîn grubên din hene ku Tirkiye hevkariya wan dike û hemû tiştek jî zelal û li ber çav e."