Kurdistan24
Nivîskar
Tirkiye êrîşên xwe li Sûriyê radigre
Rayedarên Tirk dibêjin ku ew naxwazin aloziya di navbera wan û Rûsya de kûrtir bibe.
K24- Navenda Nûçeyan
Piştî xistina firokeya Rûsî, Tirkiyê biray da ku êrîşên xwe yên esmanî li dijî çekdarên DAIŞ li Sûriyê ragir e.
Li gor ku rojnameya Huriyet a Tirkî îro, 27ê Mijdarê, belav kir ku, ji bo rêgirtin li derketina ti krîzek din, Enqere biryar daye ku êrîşên xwe yên li Sûriyê ragir e.
Rojnameya navborî belav kiriye ku “Rûsya û Tirkiyê rêkeftine ku, bi haydarî tevbigerin heta ku kenalên nû yên danûstandinê bên vekirin.”
Roja Sêşema borî, Tirkiyê firokeyek Rûsî, li ser sînorê xwe yê ligel Sûriyê anî xwar.
Rayedarên Enqere tekez dikin ku, firokeya Rûsî esaman wan derbas kiribû, lê Mosko tekez dike ku firokeya wan ji esmana Sûriyê derneketibû.