Fransa banga hevpeymaniyek nû bi beşdariya Esed û Kurdan dike

Putin daxwazek derbarê opozîsyona Sûriyê ya lîberal de ji Fransayê kiriye

Fransa banga hevpeymaniyek nû bi beşdariya Esed û Kurdan dike
Fransa banga hevpeymaniyek nû bi beşdariya Esed û Kurdan dike

K24- Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Fransayê, Laurent Fabios daxwaza avakirina hevpeymaniyek nû bi beşdariya Esed û Kurdan dike, ji bo şerê li dijî terorê.

Laurent Fabios di hevpeyvînekê de ligel televîzyona RTL îro, 27ê Mijdarê got: “Em nikarin hêzên xwe yên bejayî bişînin (Sûriyê), lewma divê hêzên li ser erdê ji Artêşa Azad a Sûriyê û hêzên Sinne û rejîma Sûriyê pêk werin.”

Wezîrê Fransî got jî ku “Pêwîst e hêzên Kurdî jî beşek ji hewldanên bejayî yên li dijî DAIŞê bin.”

Navbroî diyar kir jî ku, Serokê Rûsyayê, Vladimir Putin daxwaz nexşeyekê derbarê pêgehên opozîsyona Sûriyê ya lîberal kiriye.

Fabios diyar kir ku, armanca Fransa derxistina çekdarên DAIŞê ji navçeya Reqa ya Sûriyê ye.