Kurdistan24
Nivîskar
Fîlimek li ser jiyana Sakîne Cansiz hat amadekirin
Fîlim yek demijimêr û 35 xulek e, wê di heman demê de li DIyarbekir û Parîsê were pêşandan.
K24- Navenda Nûçeyan
Fîlimê dokûmanterî yê li ser jiyana kadroya PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara) a li Parîsê hatibû kuştin, qediya, wê di yek demê de li Parî û Diyarbekirê bê pêşandan.
Heyama fîlimê yek demjimêr û 35 xulek e, ji aliyê yi şagirtên Halîl Ûysal, bi navê Dêrsim Zêrevan hat amadekirin.
Fîlim bi navê 'Jiyana min her şer bû' ye û bûyerên wê ji pirtûka Cansiz a li ser 55 salên xwe yên têkoşînê nivîsandbû, hatine wergirtin.
JI Gulana sala 2013an ve kar li ser amadekirina fîlimê Sara hatiye kirin.
Tevî salên zarokatî, ciwantî û girtîgehê yên Cansiz, li ser serdemên têkoşînê yên çiyê û Ewropayê jî bi zêdeyî 70 şahidan re hevdîtin hat kirin. Muzîkên dokûmanterê jî ji aliyê Mikaîl Aslan û Cemîl Koçgirî ve hatine amadekirin.
Dokûmantera wê weke 1 saet 35 deqeyan derkeve pêşberî temaşevanan.
Fîlim bi zimanê Kurdiya Kurmancî hatiye amadekirin, herwiha bo zimanên Tirkî, Îngilîzî, Elmanî, Îtalyaî, Flamanî û Fransî jî hatiye wergêrandin.
Gala dokûmanterê wê di hefteya destpêkê ya meha Çileyê de, ku dema kuştina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez e, bê kirin. Dokûmanter wê di heman demê de li Parîs û Diyarbekir ê bi galayan bê nîşandan. Dûre wê li festîvalên fîlman were nîşandan.
Sakîne, Fîdan û Leyla di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê di encama êrîşeke çekdarî hatin kuştin.