Salih Turan
Reporter
Yegen: Dê Tirkiye di krîza Rûsiya de bi tenê bimîne
Prof. Mesût Yegen diyar dike ku ew grubên Tirkiye piştgiriya wan dike lawaz in, lewma jî di şerê deshilatdariya Sûriyê de wê gotin a Rûsiya be.
K24 – Stenbol
Piştî xistina firokeya şer a Rûsiya ji aliyê Tirkiyê ve qeyrana siyasî û navnetewî bi daxuyanîyên herdu aliyan berdewam dike. Ev krîza ku ji ber şerê navxweyî yê 5 salan li Sûriyê, rû daye rewşeke nû derxiste holê ku wek şerê desthilatiya herêmê tê rave kirin.
Krîza navbera Tirkiye û Rûsiya bi daxuyanî û nerazîbûnên cûda berdewam dike. Şarezayên peywendiyên navnetewî balê dikişînin ser wê yekê ku herdu alî jî dixwazin deshilatdariya xwe li ser proseya çareserkirina rewşa Sûriyê ferz bikin. Şarezayê Peywendiyên Navnetewî û Dîplomasiya Krîzên Navdewletî Prof. Dr. Îlter Turan, krîza navbera Rûsiya û Tirkiyê wekî qeyraneke nedihate pêşbînîkirin pênase dike.
Turan dibêje, armanca Rûsiya ne şerê Tirkiyê ye. Rûsiya tenê dixwaze Tirkiyê neheq derxe û raya giştî ya navxweyî jî pê razî bike: “Tirkiye ji bo beralîkirina krîzê du tiştan dike. Pêşî dixwaze îsbat bike ku ev karê kiriye li gor hiqûqa navdewletî ye. Ya diduyan jî naxwaze bûyer mezin bibe û bi awayekî neyînî bandorê li ser hemû têkiliyên herdu welatan bike. Lê Rûsiya gelekî bi hêrs tevdigere. Bi nerîna min piştî demekê wê herdu alî jî krîzê nerm bikin û li ser xwe bifikirin. Lewra ti sûdeke vê krîzê bo Rûsiya û Tirkiyê nîne.”
Civaknas û Şîrovekarê Siyasî Prof. Dr. Mesût Yegen, ji bo başkirina têkiliyên herdu welatan hewildanên meha Kanûna 2016an li ser lihevkirina çareserkirina rewşa Sûrîyê destnîşan dike. Prof. Yegen diyar dike, grubên ku Tirkiye piştgiriya wan dike lawaz in, lewma jî di şerê deshilatdariya Sûriyê de wê gotin a Rûsiya be: “Amerîka û Ewropa bi qasî ku Tirkiye hêvî dike vê krîzê ji xwe re nakin derd. Ji ber vê jî difikirim ku wê piştî demekê Tirkiye di rêvebirina vê krîzê de bi tenê bimîne. Her wiha Rûsiya jî wê nerazîbûn û zextên xwe yên li ser Tirkiyê bi demê re kêm bike.”
Prof. Mesût Yegen, li ser rola Rojavayê Kurdistanê di vê krîzê de jî bi bîr dixe ku ew hêvî nake Rûsiya jî wekî Amerîka eşkere piştevaniya PYD-YPGê bike. Ger Rûsiya piştgiriya YPGê bike ev dê li gor dilê Tirkiyê be ku Tirkiye jî dixwaze di nezera hevalbendên rojavayî de YPGê wek hêzeke nerewa nîşan bide.