Kanadayê mafê penaberiyê da malbata Alan Kurdî

Hikûmeta Kanadayê mafê penaberiyê da malbata Alan Kurdî ku wêneyê wî li ser perava deryayeke Tirkiyê cîhan hemû hejandibû.

Kanadayê mafê penaberiyê da malbata Alan Kurdî
Kanadayê mafê penaberiyê da malbata Alan Kurdî

K24 - Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Kanadayê mafê penaberiyê da malbata zarokê Sûrî Alan Kurdî ku wêneyê mirina wî li ser perava deryayeke Tirkiyê cîhan hemû hejandibû.

Duh televizyona BBC ragehand ku hikûmeta Kanadayê mafê penaberiyê daye malbata zarokê bi navê Alan Kurdî ku wêneyê mirina wî bûbû sedema karvedanên cuda.

Derbarê mijarê de Tîma Kurdî ya meta Alan Kurdî ku li bajarê Vancouer ê rojavayê wî welatî dijî got, Rêveberiya Koç û Koçberan  a Kanadayê ew agahdar kirine ku wan mafê penaberiyê daye mamê Alan Kurdî, jinmama wî û her pênc zarokên wan.

Tîma Kurdî diyar kir ku  hikûmeta Kanadayê malbata Alan Kurdî dê veguhêze wî welatî. Berî niha balyozê Kanadayê li Urdinê gotibû ku welatê wî dê 25 hezar penaberên Sûriyê yên li Urdin, Lubnan û Tirkiyê dimîn bi rêya firokeyan veguhêze Kanadayê.

Ji destpêka hefteya bê ve hikumeta Kanadayê dê dest bi veguheztina 10 hezar penaberên Sûrî bike û 15 hezarên din jî  dê destpêka sala 2016an bo wî welatî werin veguhestin.

Ji aliyê xwe ve bavê Alan Kurdî Ebdullah Kurdî berî niha ragehandibû ku ji hikumeta Kanadayê aciz bûye lê niha ew neaciz e.