Şerîf Şihate: Hêzên Kurdî "pêlewan in"

Endamê berê yê Parlamentoya Sûriyê û alîgirê rejîma Beşar Esed, Şerîf Şihate ragehand ku hêzên Kurdî yên Suriyê "pêlewan in".

Şerîf Şihate: Hêzên Kurdî "pêlewan in"
Şerîf Şihate: Hêzên Kurdî "pêlewan in"

 K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê berê yê Parlamentoya Sûriyê û Şirovekarî siyasî yê alîgirê rejîma Beşar Esed, Şerîf Şihate ragehand ku hêzên Kurdî yên Suriyê "pêlewan in".

Endamê berê yê Parlamentoya Sûriyê û alîgirê rejîma Esed, Şerîf Şihate di bernameyekî doh êvarê yê K24ê de got ku hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê "pêlewan in".

Şihate da zanîn ku hêzên Kurdî dikarin li dijî çekdarên DAIŞê rawestin û bervaniyê bikin. Derbarê rewşa Sûriyê û peywendiyên Tirkiyê ligel Rûsyayê, Şihate diyar kir ku Rûsya ne wek welatê Rojava ye ew bi awayekî cidî dixwaze rêxistina DAIŞê ji nav bibe.

Şerîf Şihate eşkere kir ku welatê wî roja yekem xistina firokeya Rûsyayê ji aliyê Tirkiyê ve şermezar kiriye.