Xalid Ubeydî soza pirçekkirinê da Hêza Pêşmerge

Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Xalid Ubeydî, di serdana xwe ya Şingalê de, soza pirçekkirinê da Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê.

Xalid Ubeydî soza pirçekkirinê da Hêza Pêşmerge
Xalid Ubeydî soza pirçekkirinê da Hêza Pêşmerge

K24 – Hewlêr

Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Xalid Ubeydî, di serdana xwe ya Şingalê de, soza pirçekkirinê da Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê.

Xalid Ubeydî, da zanîn ku dena vegeriya Bexdayê, daxwaza pirçekkirina Fermandeya Pêşmergeyên Şingalê, ku Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê bo Kurdên Êzdî yên xwebexş pêk aniye, dixe ber destê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî.

Derbarê rizgarkirina Mûsilê de jî Ubeydî got: "Şerê rizgarkirina Mûsilê bi awayekî yekcarî nêzîk bûye. Em dê ji Şingal, Herêma Kurdistanê û başûrê Mûsilê dest bi proseya leşkerî ya rizgarkirina Mûsilê bikin. Herwiha şerê azadkirina Mûsilê yekalîker dibe û dawî li rêxistina DAIŞê tine."

Derheqa paşeroja Şingalê de, Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Xalid Ubeydî wiha axifî: "Hikûmeta Bexdayê hêvîdar e ku rewş aram bibe, koçber û daniştvanên bajêr vegerin ser mal û milkên xwe."

Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Xalid Ubeydî, doh (27.11.2015) serdana bajarokê Şingalê kir û di heman demê de û rewşa sengerên Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ji nêzîk ve şopand.

Şingal, di 13ê Mijdara 2015an de bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji aliyê Pêşmergeyên Kurdistanê ve hat azadkirin û Alaya Kurdistanê jî li navenda bajêr hat bilindkirin. Li gor rayedarên Kurd, niha jî dema avakirina wê ye.