Wezaretê da zanîn ku biryara rawestandina geştên wî welatî bo Iraqê jî derbas dibe.
Siwêd geştên esmanî bo Kurdistanê rawestandin
K24 - Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Siwêdê ji ber operasyonên Rûsyayê li Sûriyê û çalakiyên leşkerî geştên xwe yên esmanî bo Herêma Kurdistanê rawestandin.
Di hefteya borî de ji ber heman sedemê hikûmeta Iraqê jî geştên xwe yên esmanî 48 saetan bo Herêma Kurdistanê rawestandibûn.
Di daxuyaniyekê de Wezareta Veguhestinê ya Siwêdê duh (27.11.2015) ragehand ku geştên xwe yên esmanî ji dest pêka roja Şemyê ve bo Herêma Kurdistanê rawestandine
Wezaretê da zanîn ku biryara rawestandina geştên wî welatî bo Iraqê jî derbas dibe.