Li Êlihê êrîşa bi kêran: 10 xwendekar birîndar in

Li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê hinek kesan bi kêran êriş birin ser xwendekarên amadeyî û 10 xwendekar birîndar kirin.

Li Êlihê êrîşa bi kêran: 10 xwendekar birîndar in
Li Êlihê êrîşa bi kêran: 10 xwendekar birîndar in

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê hinek kesan bi kêran êriş birin ser xwendekarên amadeyî û 10 xwendekar birîndar kirin.

Duh li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê komeke ku nêzîka 30 kes bûn bi kêran êriş birin ser xwendekarên Amadeyîya Anadolu ya Batmanê û li nav bexçeyê wê 10 xwendekar birîndar kirin û pişt re reviyan.

Xwendekarên birîndar bi ambulansan veguhestin nexweşxaneyan. Ser daxwaza rêveberiya dibistanê polîsan dest bi lêkolînê kirin, lê heta niha nayê zanîn ka mesele çiye.

Piştî bûyerê, Rêveberê Perwerdeya Mîlî yê Bajêr Hasan Aslan li nexweşxaneyê serdana xwendekarên birîndar kir û got, xwendekarên 14 - 15 salî hatine birîndakkirin lê rewşa wan baş e û ji bo bûyer bê zelalkirin dê hemû kamereyên mobese û yên ewlehiyê bên lêkolîn kirin.