Hêzên Pêşmerge mûşekên DAIŞê teqandin

Li gundê Keçe yê Mexmûrê çekdarên DAIŞê mûşek amadekiribûn ku bavêjin çeperên Hêzên Pêşmerge. Lê berî avêtinê Pêşmergeyan bi çekên giran ew mûşek teqandin.

Hêzên Pêşmerge mûşekên DAIŞê teqandin
Hêzên Pêşmerge mûşekên DAIŞê teqandin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gundê Keçe yê sînorê Mexmûrê çekdarên DAIŞê mûşek amadekiribûn ku bavêjin çeperên Hêzên Pêşmerge. Lê beriya avêtina mûşekan Pêşmergeyan bi çekên giran ew mûşek teqandin.

Doh li gundê Keçeyê ku 22 km dikeve başûrê navçeya Mexmûrê, çekdarên DAIŞê mûşek amade kiribûn ku biavêjin çeperên Pêşmergeyên Kurdistanê lê ev plana wan ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hat pûçkirin.

Li gor agahiyên ku Fermandariya Hêzên Pêşmerge li Eniya Mexmûr dane BasNewsê, beriya avêtina mûşekan, Hêzên Pêşmerge ji plane agahdar bûn û bi çek û topên giran mûşekên hatibûn bicîhkirin teqandin.

Fermandariya Pêşmerge ragehand ku beriya niha jî çendîn caran çekdarên DAIŞê ji heman deverê guleyên katyûşa avêtibûn Mexmûrê. Herwiha gelek caran jî heman plana wan ji aliyê firokeyên Hevpeymanan ve hatibû têkbirin.