Almanya jî tevlî Hevpeymaniya Navdewletî dibe

wê dê bi firokeyên corê "Tornado" yên çavdêriyê, şêwirmendên leşkerî, çek û teqemeniyan tevilî Hevpeymaniya Navdewletî bibe

Almanya jî tevlî Hevpeymaniya Navdewletî dibe
Almanya jî tevlî Hevpeymaniya Navdewletî dibe

K24 -  Navenda Nûçeyan

Wezareta Berevaniyê ya Almanya ragehand ku li ser daxwaza Fransayê dê Almanya tevlî Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî rêxistina DAIŞê bibe.

Di civîneke  Parlamentoyê de Wezîra Bervaniyê ya Almanyayê Ursula Von Der Leyen duh (27.11.2015) ragehand ku welatê wê dê bi firokeyên corê "Tornado" yên çavdêriyê, şêwirmendên leşkerî, çek û teqemeniyan tevilî Hevpeymaniya Navdewletî bibe.

Berî niha Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel di serdana xwe ya Parîsê de soz dabû Serokê Fransayê Francois Holland ku welatê wê dê piştgiriya Fransayê di şerê dijî DAIŞê de bike.

Tê çaverêkirin ku Almanya (3-6) firokeyên "Tornado" bişîne Deryaya Spî bo parastina keştiya barhilgir a firokeyên Fransayê Charles De Gaulle.