Kurdistan24
Nivîskar
Li Kobanê bombeyek teqiya û zarokek bû qurbanî
Ev ne cara yekemîne ku teqînên bi vî awayî li Kobanê û gundên derdora wê piştî rizgarkirina bajêr ji aliyê şervanên YPGê û Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ve çêdibin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Di encama teqîna bombeyeke vedayî ya rêxistina DAIŞê de li rojavayê başûrê bajarê Kobanê zarokekî cane xwe ji dest da.
Li gundê Iwêna ser bi bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê doh (27.11.2015) bombeyeke vedayî ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû danîn teqiya û di encam de zarokek bi navê Mihemed Ehmed ku temenê wî 12 sal e canê xwe ji dest da.
Ev ne cara yekemîne ku teqînên bi vî awayî li Kobanê û gundên derdora wê piştî rizgarkirina bajêr ji aliyê şervanên YPGê û Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ve çêdibin.
Berî niha jî bombeyeke vedayî bi malbatekî Kurdên bajarê Kobanê de teqiya û di encam de jinek û du zarok bûn qurbanî.