Kurdistan24
Nivîskar
DAIŞê dixwest dîsan çekên kîmyewî bikar bîne
Hat zanîn, ew mûşekên ku çekdarên DAIŞê bo avêtina çeperên Hêzên Pêşmerge amade kiribûn, serikê kîmyewî bi wan ve bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hat zanîn, ew mûşekên ku çekdarên DAIŞê bo avêtina çeperên Hêzên Pêşmerge amade kiribûn, serikê kîmyewî bi wan ve bûn, lê Pêşmergeyan karî wan ji nav bibe.
Şeva borî li gundê Keçe ser bi nahyeya Baqirtê girêdayî Mexmûrê, çekdarên DAIŞê mûşek amadekiribûn ku biavêjin çeperên Hêzên Pêşmerge. Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê eşkere kir ku serikên kîmyewî bi wan mûşekan ve bûye.
Fermandariya Hêzên Pêşmerge yê Hewlêrê ragehand ku li gundê Keçe ser bi nehya Baqirtê ya girêdayê Mexmûrê, çekdarên DAIŞê du mûşek amadekiribûn ku dixwestin biavêjin çeperên Hêzên Pêşmerge.
Fermandariyê got: "Lê bi westiyayîbûna hêzên me û wergirtina zanyariyan ev hewla terorîstan hat pûçkirin û hate zanîn ku ew herdu mûşek serikê kîmyewî bi wan ve bûye."
Fermandariya Hêzên Pêşmerge li Eniya Mexmûr ji BasNewsê re gotibû, li gundê Keçeyê ku 22 km dikeve başûrê navçeya Mexmûrê, çekdarên DAIŞê mûşek amade kiribûn ku biavêjin çeperên Pêşmergeyan lê ev plana wan ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hat pûçkirin.
Li gor Fermandariyê, berî avêtina mûşekan, Hêzên Pêşmerge ji planê agahdar bûn û bi çek û topên giran mûşekên ku hatibûn bicîhkirin teqandin.
Fermandariya Pêşmerge ragehand ku berî niha jî çendîn caran çekdarên DAIŞê ji heman deverê guleyên katyûşa avêtibûn Mexmûrê. Herwiha gelek caran jî heman plana wan ji aliyê firokeyên Hêzên Hevpeyman ve hatibû têkbirin.