Kurdistan24
Nivîskar
Fransa: Em dê hevkariyê bi artêşa Sûriyê re bikin
ku ew amade ne hevkariyê ligel artêşa Sûriyê di şerê dijî DAIŞê de bikin lê bi mercê di çarçoveya hikûmeta veguhêz a Sûriyê de be.
K24 - Navenda nûçeyan
Wezîrê Derve yê Fransayê ragehand ku ew amade ne hevkariyê ligel artêşa Sûriyê di şerê dijî DAIŞê de bikin lê bi mercê di çarçoveya hikûmeta veguhêz a Sûriyê de be.
Wezîrê Derve yê Fransayê Laurent Fabius ragehand ku û ew amade ne di şerê li dijî DAIŞê de alîkariyê bi artêşa Sûriyê re bikin lê ev yek pêwîste di çarçoveya qonaxeke veguhêz li gor proseya siyasî ya çareserkirina kirîza Sûriyê de be.
Berî niha Wezîrê Derve yê Fransayê ji Radyoya RTLê re gotibû ku eger heye di şerê dijî DAIŞê de hevkariyê ligel çekdarên Artêşa Azad ya Sûriyê û hêzên Erebî di nav wan de jî hêzên rejîma Sûriyê bikin.
Ji aliyê xwe ve jî Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd el-Muelim kêfxweşiya xwe derbarê wê biryarê nîşan dabû.