Kurdistan24
Nivîskar
Barzanî serdana hinek welatên Kendavê dike
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro ji Hewlêrê ber bi derveyê welat bi rê ket û serdana çend welatên Kendavê dike.
K24 – Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro (28.11.2015) bi rêya Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ber bi derveyê welat bi rê ket û serdana çend welatên Kendavê dike.
Li gor agahiyên K24ê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di vê geşta xwe de serdana çend welatên Kendavê dike û yekem serdan jî bo welatê Îmaratê ye.
Ev serdana Barzanî ya derveyê welat di demekê de ye ku çend roj berê ji eniyên şer vegeriya û bi serpereştiya wî ya raste rast Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê karîn di 13ê Mijdara 2015ê de bajarokê Şingalê bi tevahî azad bikin û Alaya Kurdistanê li navenda bajarok bilin bikin.